Li Şamê Peymangeha Kurdî xula fêrkirina semayê vekir

.

Li taxa Ruknedîn a bajarê Şamê, Peymangeha Kurdî ya ser bi Navenda Çanda Kurdî ve, bi armanca parastin û pêşxistina folklora Kurdî, xuleke taybet a fêrkirina sema û govendên Kurdî vekir.

Fêrxwazên beşdar, bi coş û kelecaneke mezin behsa ezmûna xwe dikin. Ew dibêjin ku ev xûl ne tenê fêrbûn e, lê belê amadekariyek e ji bo bone û helkeftên neteweyî, bi taybetî ji bo Cejna Newrozê.

Yek ji beşdaran bi navê Cûd Barafî ji Kurdistan24ê re got: "Beriya niha min navê xwe tomar kiribû û min dixwest ez fêr bibim da ku çanda folklora Kurdî baştir nas bikim. Ji ber resenatiya min, ez kurd im. Ev xul alîkar e ji bo ku em hemû ji bo cejna Newrozê jî amade bin. Ez bang li hemû Kurdan dikim ku bên peymangehê û fêrî çanda xwe ya Kurdî bibin."

Mûzîkjen Samîr El-Reşî diyar kir ku ew hewl didin bi baştirîn şêwaz fêrxwazan fêrî semayê bikin. Herwiha got: "Heta niha beşdarî gelek e. Ya giring ew e ku pêşketin hebe û em jî bibin wekî bajarên Rojavayê Kurdistanê. Em dixwazin huner û folklora Kurdî zindîtir bikin."

Beşdarên xulê tevî kêfxweşiya xwe, behsa kêmderfetiyan jî dikin. Endama Xuleyê Perwîn Îsa diyar kir ku ji ber rewşa aborî û şiyanên kêm, ew nikarin cil û bergên folklorî peyda bikin.

Perwîn Îsa got: "Em daxwazê ji Kurdên me yên derve dikin ku alîkariya me bikin, çi madî be çi manewî be. Ji ber ku em nikarin bi tena serê xwe tiştekî bikin; ji bo mînak cil li cem me nînin."

Ev çalakî di nav dilê Şamê de, wekî nîşaneya pirrengiya Sûriyeyê û zindîbûna çanda Kurdî tê dîtin.

K24

Kurdistan Haberleri

Çarenivîsa 100 hezar Kurdên Êzidî yên li Almanyayê di bin metirsiyê de ye
Serok Barzanî dê biçe Cizîra Botan
Amerîka: Em amade ne piştgiriyê bidin parastina Kormorê
Hewlêr: Mafê me ye em bersivê bidin û xwe biparêzin
Nêçîrvan Barzanî û ENKS civiyan: Yekrêzî û hevfêmkirina aliyên Kurdî pêdiviyek e