Li Rûsyayê gundê Kurdistanhez: Belo

.

Li Rûsyayê Kurd herî zêde li bajarê Krasnodarê û herêma Adîgeyê dijîn û hejmara wan digihe zêdetir ji 20 hezar kesî. Li gundê Beloyê li wê herêmê piraniya wan ji Kurdistanê hez dikin û hewl didin çand û zimanê xwe biparêzin. 

Li gorî daneyên ne fermî, hejmara kurdan li wan herêman ji 20 hezarî  zêdetire.

Gundê Beloyê yek wan gundan e, ku Kurd bi komî lê cîwar bûne.

Werzişvanê berê Barzanî Nebiyev dibêje: “Li vê derê herî kêm hezar û 500 mal hene û li gor texmînan ji wan 500 ên Kurdan e. Kurdên vê derê ji Felistinê hatine. Gelek werzîşvan li vî gundê hene û heta niha sê şampiyon ji vî gundî derketine. Herwiha ji gundêm cîran jî hinek şampiyon derketine. Em kêfxweşin di nav miletê me de werzîşvanên serkeftî derdikevin.”

Xelkê gund Seîdê 7 salî jî,  hez dike, ku her roj tevî hevalên xwe li fûtbolê bilîze. Seîd îsal nû çûye dibistanê û xwandina wî jî bi zimanê Rûsî ye.

Seîd ji lewaziya kurdiya xwe bi gazin e, lê rijde ku hînî  xwendin û nivîsandina kurdî bibe. Ji xwe  hemû zarokên gund gelek, hez  ji Kurdistanê dikin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand