Li Rûsyayê balefirek ket: 9 kes mirin, 15 kes birîndar bûn

.

Li Rûsyayê balefira ku çetirbaz ango pereşûtbaz têdebûn ji ber di motora wê de pirsgirêk derket xwest bilez dakeve, lê di dema daketinê de ket û di bûyerê de 2 jê balefirvan bi giştî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Li Herêma Federal a Sîbîrya ya ser bi Rûsyayê, di balefira cot motor a cureya Let L-410 a ser bi Civata Hevkarî dilxwaziya Kemerovo ya Artêşa û Hêzên Esmanî (DOSAAF) de pirsgirêkên teknîkî derket û ji ber di motorekî balefirê de pirsgirêk derket, balefirê xwest bi awayekî lez dakeve û dema daketinê de jî ket xwarê.

Li gor daxuyaniya DOSAAFê çetirbazên ku di balefirê de bûn ji wan 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne. Hat ragehandin ji birîndarên rakirine nexwaşxaneyê jî rewşa 4 kesan giran û metirsîdar e.

Hat ragehandin dozgerên Rûs li cîhê bûyerê lêkolînê dikin û piştî komkirina hemû parçeyên balefirê dê lêkolîna teknîk destpê bike.

Avrupa Haberleri

Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend