"Li Rojhilata Navin gelê hêrî pêşverû û demokrat kurd in"

Fîlozof û felsefevanê navdar Slavoj Zîzek diyar kir ku li Rojhilata Navîn gelê hêrî pêşverû û demokrat kurd in.

BasNews - Fîlozof û felsefevanê navdar Slavoj Zîzek di hevpeyvîneke xwe de ragihand ku li Rojhilata Navîn gelê hêrî pêşverû û demokrat kurd in. Zîzek di hevpeyvîna xwe de Herêma Federe ya Kurdistanê jî mînak da û ragihand ku divê xwesteka kurdan ji Kanton û Xweseriyê zêdetir be, divê kurd dev ji vê politikaya a niha ku dimeşînin berdin û ji bo xwe bidin qebûlkirin, xebatê bikin.

“Divê kurd jî wekî cihûyan vekirî û zelal bin”

Slavoj Zîzek di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: “Divê kurd li Rojhilata Navîn wekî cihûyan vekirî û dînamîk bin. Kurd, ji xeyrî ku polîtîkaya perîşaniyê bimeşînin, divê xebatên ku xwe bi dinyayê bidin qebûl kirin, bimeşînin. Kurd, ne tenê li çiyayan şer dikin, di nava gelê Rojhilata Navîn de gelê herî pêşverû û demokrat in û divê xwe bi vî awayî bi dinyayê bidin nasîn. Di serdanên min ê Stenbolê de herî kurd tên min guhdar dikin. Û armanca propaxandeya kurdan divê guherandina nêrîna dinyaya rojava be. Her wiha kurd li Rojhilata Navîn divê wekî versiyona yahudiyan din bin, wekî wan vekirî û dinamik bin.”

Zîzek di dirêjiya hevpeyvîna xwe de dibêje: “Ez daîma hevalên xwe yên ereb ku dibêjin em demokratin bi vê peyvê diceribînim, hûn derheqê kurdan de çi difikirin? Lê tekoşîna kurdan a ku bi salane didome ji çepgirên dinyayê, wekî Filistînê, Amerîkaya Latîn û yên din piştgirî û piştevanî nedît. Ev ne şerma kurdan e, ev şerma çepgirên rojavayî ye, lewma piraniya van çepgiran di nava klîşeyên xwe de fetisî û xeniqî ne.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike