Li Rojavayê Kurdistanê xelk li dijî biryara guhertina navên dibistanan dadikeve qadan

.

 Li dijî guhertina navên dibistanan ên li Rojavayê Kurdistanê banga xwenîşandanê hat kirin

Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê biryar daye ku navên dibistanan ên li Rojavayê Kurdistanê biguherîne.

Ev biryar ji aliyê Rêveberiya Xweser û gelê herêmê ve tê redkirin.

Ji ber vê yekê çalakvan û xwendekarên li Rojavayê Kurdistanê li seranserê herêmê banga lidarxistina xwenîşandanan kir.

Organîzatorên xwenîşandanê di daxuyaniyekê de dibêjin, ev biryar ne tenê bi aliyekî siyasî yan bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî ye lê destdirêjî ye li ser nasname û nirxên hemû civakê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev mijar "doza gel" e û parastina navên dibistanan parastina mafên rewa yên xelkê herêmê ye.

Banga xwenîşandanê

Di daxuyaniya ji bo xwenîşandanê de ev bang hat kirin:

"Em bangî hemû gelê xwe dikin ku li dijî van biryarên neheq bibin yek û sibe (îro yekşemê) derkevin qadan.

Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin, xwedî li mafên xwe derkevin û nîşan bidin ku em van polîtîkayên ferzkirî qebûl nakin."

Tê pêşbînîkirin ku li bajarên Hisîça, Qamişloyê, Dirbêsiyê, Kobanî, Girkê Legê, Dêrik û Amûdê xwenîşandan bên kirin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir