Li Rojavayê Kurdistanê 'Salvegera Rûxîna Rejîma Beasê' bû betlane

I

Hevserokatiya Meclisa Birêvebir a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 8ê Kanûna Pêşîn a 2025an bi boneya "Salvegera Hilweşîna Rejîma Beasê" betlaneya fermî ye.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Biryarnameya Hejmar 19 weşand.

Li gorî biryarnameyê, li hemû sazî û dezgehên giştî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja duşemê betlane ye.

Di biryarê de hat diyarkirin ku saziyên ku karên wan berdewamiyê dixwazin ji vê betlaneyê bêpar in.

Çi bûbû?

Komên çekdar ên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîna 2024an êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kiribû.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketibûn û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xistibû.

Heman koman 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kiribû û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ketibû bin kontrola wan.

Tehrîr El Şamê 5ê Kanûna Pêşîn bajarê Hemayê kontrol kiribû û piştre ragihandibû ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî bi dest xistiye.

Piştî kontrolkirina Humsê, HTŞyê kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê û rûxîna desthilata Beasê ragihandibû.

Kurdistan Haberleri

Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye