Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê deriyên navendên ezmûnên zanîngehan vedibin.
Ew ezmûn ji bo xwendekaran deriyê derbasbûna zanîngehan e.
Lê rêya bidestxistina xewnan dûr û dirêj e.
Xwendekar Emîna Elî û 11 hevalên xwe ji bajarê Dêrikê saet 04:00an ketine rê.
Ji ber ku li parêzgeha Hisîçayê tenê 49 navend hatine destnîşankirin û ew navend jî hemû li bajarên Hisîça û Qamişloyê ne.
"Înşeleh keda me vala neçe"
Xwendekar Emîna Eliyê li ser ezmûnan hestên xwe anîn zimên û got:
“Ez ji Dêrikê hatime, em hatine îmtîhanan û înşeleh keda me vala neçe. Hêviya me ew e ku em hemû bi ser bikevin.”
Ew heta xuleka dawî jî pirtûkên xwe dixwîne.
Xwendekar naxwazin keda wan a 12 salan badilhewa biçe.
Tevî germa havînê dilê malbatan dikele.
Xwendekar niha di hundir de pirsên fîzîkê çareser dikin û dema îmtîhanê 3 demjimêr û nîv e.
Bavê du xwendekaran Xalid Şêxî jî li derve ye û hedara wî nayê.
Xalid Şêxî li ser mesrefên xwendinê daxuyaniyek da û got:
“Welahî min bi 33 hezar dolar ji her du zarokên xwe re kursên taybet vekirin. Wan 3 kursên bîrkariyê, 2 yên fîzîkê û 2 jî yên kîmyayê dîtin.”
Du pergalên cuda yên xwendinê hene
Hinek dilxweş û hinek jî dilşikestî ne lê wekî hemû qonaxên jiyanê xwendekar bi hestên cihêreng ji holê derdikevin.
Li seranserê Sûriyeyê 368 hezar û 596 xwendekar beşdarî îmtîhanan dibin.
Li parêzgeha Hisîçayê jî 13 hezar û 715 xwendekar beşdarî îmtîhanê dibin.
Ji ber taybetmendiya herêmên Kurdan, ji destpêka şerê Sûriyeyê ve li Rojavayê Kurdistanê du pergalên xwendinê hene.
Yek jê pergala Erebî ya hikûmetê û ya din jî pergala Kurdî ya Rêvebriya Xweser e.
Tê çaverêkirin ku ev rewş heta sala 2028an wisa bimîne. Piştî wê demê dê li seranserê Sûriyeyê rêbazek bi her du zimanan were amadekirin.
Rûdaw