Li Rojavayê Kurdistanê çarenivîsa bi sedan kesan ne diyar e

.

Komîteya Girtî û Windayan a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hejmara kesên winda gihîştiye 628an.

Her wiha komîteyê piştrast kir ku 138 kes di girtîgehên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de girtî ne.

Li gorî agahiyên komîteyê, ew 138 kesên ku girtina wan hatiye piştrastkirin niha di girtîgehên Îdlib, Reqa, Dêrezor, Heleb, Minbic û Himisê de ne.

Komîteyê diyar kir ku ev windabûn bi wan rûdanan ve girêdayî ne ku di navbera 6 û 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de li herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê qewimîne.

Şervanên HSD û YPJyê dîl ketine

Di wê demê de êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û çend herêmên din ên bakurrojhilatê Sûriyeyê hat kirin.

Ev êriş wê demê pêk hatin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji herêma Dêr Hafirê vedikişiyan.

Di dema vê vekişînê de hêzên HSDyê rastî şer û pevçûnan hatin.

Komîteya Girtî û Windayan eşkere kir ku di encama wan rûdanan de hinek şervanên HSDyê, Hêzên Ewlehiya Navxweyî û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dîl ketine.

Her wiha hat destnîşankirin ku çarenivîsa bi sedan kesên din hîn jî ne diyar e û ti agahî li ser wan nînin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir