Li Rojavayê Kurdistanê 3 dekan mirin

.

 Li ser rêya di navbera Hisîça û Dêrezorê de ji ber qezayeke trafîkê 3 dekanên Zanîngeha Feratê canê xwe ji dest da û hinek kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, qeza piştî Çerxerêya 47an çêbûye.

Dekan û mamoste dema ku ji civîneke dekanên fakulteyên Zanîngeha Feratê vedigeriyan otomobîla wan û otomobîleke din li hev qelibîn.

Di encama qezayê de Dekanê Fakulteya Mafnasiyê ya Hesekê Dr. Mihemed El Casim, Dekanê Fakulteya Endazyariya Sivîl Dr. Nacî El Ferec û Dekanê Fakulteya Zanistê ya Hesekê Dr. Mehmûd Remdan canê xwe ji dest da.

Her wiha hat zanîn ku ji bilî van hinek dekan û mamosteyên din ên Zanîngeha Feratê jî bi giranî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin