Li Rojavaya Kurdistanê her pêkhate bi zimanê xwe dixwîne

Li gorî sitema nû li her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê, Cezîrê û Kobanî û Efrînê perwede dê li gorî pêwsîtiyê bi zimanê Erebî, Kurdî û Suryanî were dayîn.

Sala xwendinê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Li gorî Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser dê  sîstema nû ji xwendinê re îsal were danîn.

Sala xwendinê li Rojavayê Kurdistanê destpê kir, di vê derbarê de Komîteya ragihand ku wê sîstema nû ji bo qonaxa seretayî bê dan.

Li gorî sitema nû li her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê, Cezîrê û Kobanî û Efrînê perwede dê li gorî pêwsîtiyê bi zimanê Erebî, Kurdî û Suryanî were dayîn.

Ji aliyekî din ve li bajarokê Til Temirê jî xuleke Zimanê Aşûrî ji bo zarokên pêkhateya Aşûrî hate birêxistin.

100 Zarok Aşûrî li Til Temirê bi Zimanê Aşûrî têne perwedekirin.

Li Cezîrê 4 hezar û Efrînê 200 mamosteyên Ereb ji bo sîstema nû ya xwendinê hatin diyarkirin.

100 Mamoste li Zanîngeha Efrînê ji bo hemû kolejan hatin berhevkirin.

6 hezar mamoste li Kobanî û Sirîn bi herdu zimanên Kurdî û Erebî li ser sîstema nû ya xwendinê hatin berhevkirin.

Ji aliyekî din ve Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser hewl dide ku li deverên ji destê DAIŞê hatine kontrolkirin, weke Hol û Şeddadê navendên xwendinê li wan deveran damezrîne û li gorî girêbesta civakî bi nerîna neteweya demokratîk dê her pêkhateyek li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê