Li Reqayê çekdaran 7 kes revandin û kuştin

Li gundewarên bajarê Reqayê grupeke çekdaran, êrîşî hêjmarek ji malên welatîyan kirin û 7 kes revandine û kuştin.

Navenda Nûçeyan - Rewangeha Mafê Mirovan a Sûrîyê ragihand ku, li herêma Elmistaha, li nêzî Mieden Etîq a ser bi gundewarên Reqayê ve, grupeke çekdaran êrîş birine ser malên hin welatîyan, mal şewitandine û 7 kes revandine.

Di nav wan kesên hatine revandin de jinek jî hebû û li gor zanyarîyan çekdaran ew her 7 kes ew kuştin û termên wan avêtin kolana wê deverê.

Derbarê nasnameya çekdaran de heta niha ti zanyarî nehatine belav kirin.

Li alîyê din li gor zanyrîyan, grûpên ser bi Tirkîyê ve gundên bakurê Reqayê topbaran kirin. Di encama topbaranê de bi dehan malbat derbider bûn.

Ligor çavkanîyên xwecihî, hêzên Tirkîyê û grûpên çekdar ên alîgir gundên Kobirlik, Evdiko û Hurrîyê ku li jêr desthilata HSDê ne li bakurê Reqayê topbaran kirin, di encam de bi dehên mlbatan derbider bûn û berê xwe dan cihên ewle.

Di çend rojên dawî de, grûpên ser bi Tirkîyê ve gundên Girê Spî li bakurê Reqayê topbaran kiribûn, herwiha firokeyên çavdêrîyê li asmanê navçeyê difirîyan.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne