Li Qerebaxê 18 çekdarên Sûrî hatin kuştin

18 çekdarên din ên opozîsiyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, di şerê Qerebaxê de hatine kuştin.

18 çekdarên din ên opozîsiyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, di şerê Qerebaxê de hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê yê li herêma Qerebaxê de, 18 çekdarên Sûrî hatin kuştin, di nav wan de jî serkirdeyekî grûpa El Hamzat heye.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka tevlîbûna çekdarên opozîsyona Sûriyê di şerê li Qerebaxê de, biqasî 188 çekdaran hatine kuştin. Termên 123 çekdaran jî ji bo Sûriyê hatine vegerandin.

Tirkiye ku di şerê Qerebaxê de piştevaniya Azerbeycanê de dike, hejmarek ji çekdarên opozîsyona Sûriyê tevlî wî şerî kirine. Li gor zanayriyên Rewangehê, heta niha Tikriyê dora 1500 çekdarên Sûrî birine nêzîkî Qerebaxê.

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê