Li Qamişlo teqîna terorîstî; 37 kuştî û bi sedan birîndar

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û PAK bi daxuyanîyekê vê êrîşa terorî rûreş kirin.

Di 27.07.2016ê de li rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo li ser rêya Amûdê li hemberî Asayîşa Xerbî du teqîn rûdan; li gor agahîyan di teqînan de herî hindik 37 kes mirine û zêdetir 90 kes jî birîndar bûne. 

Li gorî şahidên bûyerê, kamyonek bombebarkirî, li ber noqteya asayîşê hatîye teqandin. Di teqîna dijwar de, 37 kes mirin û 90 kes jî birîndar bûne û di derdorê de ziyanek mezin çêbûye. Tesîra teqîna bi şîddet li bajarê Niseybînê jî camên hin avayîyan şikandîye û du kes birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve rêxistina DAIŞ’ê berpirsyaretiya xwe ji teqînan re ragahand.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî êrişa bajarê Qamişlo yê Rojava Kurdistana şermezar kir û ferman da parêzgeriya Duhokê û dezgehên têkildar ku ji bo birîndaran tişta pêwîst pêk bînin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê bi daxuyanîyekê vê êrîşa terorî rûreş kir, ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got, “ dijminên gelê Kurdistanê divê baş bizanibin ku bi kuştin û qetlîaman tu kes nikare rê li ber azadîya miletê me û welatê me bigire”.

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin