Li bajarokê Pirdê yê Kerkûka Başûrê Kurdistanê du çekdarên nenas gule li baregeheke Heşdî Şebiyê barandin.
Di vê êrişê de çekdarek mir û çekdarekî din jî bi giranî birîndar bû.
Êriş berê sibehê çêbû
Nûçegihanê Rûdawê yê Pirdê Hîwa Husamedîn ragihand ku îro berê sibehê demjimêr 02:00yan du çekdarên li ser motorsîkletekê gule li parêzvanên baregeha yekîneyeke Lîwaya 16an a hêzên Heşdî Şebiyê barandine.
Di êrişê de çekdarê bi navê Elî Behcet miriye û çekdarekî din jî birîndar bûye ku birîna wî giran e.
Nûçegihanê me da zanîn ku çekdarên wê baregehê “Heşda Tirkmenan” in û fermandarê wan Elî Bexdadî ye.
Heta niha ew her du kesên ku êrişî baregeha Heşdî Şebiyê kiriye nehatine girtin lê hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.
Her wiha Fermandarê Operasyonên Kerkûkê jî çûye herêmê.
Nûçegihanê Rûdawê eşkere kir ku hîn ne diyar e bê ma sedema êrişê çi ye. Ji bo girtina êrişkaran hêzeke zêde ya ewlehiyê li Pirdê hatiye belavkirin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke ji polîsên Pirdê dane Rûdawê, çekdaran zêdetirî 9 guleyan teqandine û paşê ber bi cihekî nenas ve reviyane.
Bajarokê Pirdê ji aliyê îdarî ve girêdayî qezaya Dubizê ya li bakurrojavayê Kerkûkê ye.
Piraniya şêniyên Pirdê Kurd û Tirkmen in. Pirdê 40 kîlometreyan ji navenda Kerkûkê û 50 kîlometreyan jî ji navenda Hewlêrê dûr e.