Li Pênciwênê şewateke tund derket: 2 ciwanên xwebexş şewitîn

.

Li gundên Meso û Helalawayê yên Pênciwênê ya Parêzgeha Silêmaniyê, ev 2 roj in ku şewateke berfireh derketiye û ziyaneke mezin gihandiye daristan û zeviyên herêmê. Di dema hewldanên ji bo vemirandina şewatê de, 2 ciwanên xwebexş şewitîn ku hate ragihandin birîna wan xedar e.

Li gorî agahiyan, duh, roja Îniyê, 29ê Tebaxa 2025an, dema beşdarbûnê ya ji bo kontrolkirina agir, 2 ciwanên xwebexş ên bi navê Bestûn Ebdula û Alan Yusif, ku xelkê gundê Kiwawan in, şewitîn. Her du ciwan piştî midaxeleya destpêkê li nexweşxaneya Pênciwênê, ji ber xedariya birînên wan, bo nexweşxaneyeke Silêmaniyê hatin veguhestin.

Tîmên Parastina Sivîl û rêxistinên herêmî "Milekewe" û "Xelo" hewl didin şewatê kontrol bikin, lê ji ber çend sedeman hewldanên wan bi zehmetî bi rê ve diçin:

  • Erdê dijwar û çiyayî: Ev yek gihîştina tîman a cihê şewatê zehmet dike.
  • Pirbûna pûş û giyayê hişk: Ev dibe sedem ku agir bi lez belav bibe.
  • Hebûna mayîn û teqemeniyan: Metirsiya mînan ewlehiya tîmên agirkujiyê dixe xeterê.

Ji ber van sedeman, tîmên li herêmê daxwaza alîkarî û piştevaniyeke lezgîn dikin da ku karibin şewata ku bi hezaran dar û bi sedan donim zevî şewitandiye, kontrol bikin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin
Salvegera Raperînê: 35 sal berê gelê Kurdistanê li dijî dîktatoriyê serî hilda
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Em ji bo biryara Komelaya Şoreşger kêfxweş in
Termên 87 leşkerên Îranê ji deryayê hatin derxistin