Ev 50 roj in şêniyêngundiyê Cixsê yê navçeya Pasûrê yaparêzgeha Amedê, li gundê xwe konênobedariyê vedaye û têkoşîneke sivîl abênavber daye destpêkirin.
Şirketeke taybet dixwaze li gundê Cixsê liser 300 donim erd Pergala Enerjiya Rojêava bike û li ser axa wan panelên rojê deynelê gundî dibêjin ew der mêrg û çêrgeha wane.
Li gorî gundiyan, bi sextekariyê tapoyamêrgê kirine ya xezîneyê û dixwazin vî erdîji destê wan bistînin.
Gundî dibêjin ew dê ti carî rê nedin wan kudest deynin ser axa wan.
Gundiyan konek vedaye ku ne konê grevabirçîbûnê ye û ne jî konê paletiya di navazeviyan de ye.
Konê berxwedan û têkoşîna gundiyan a lihemberî şirketeke pergala enerjiya rojê ye.
Ev 2 sal in şirketeke taybet dixwaze li serçêrgeh û mêrga gundê Cixsê ya PasûrêPergala Enerjiya Rojê deyne.
Bi qasî 300 donim erdê gundiyan ji statuyamêrgê derxistine û kirine malê xezîneyê.
Her wiha dixwazin panelên rojê li ser vî erdîdeynin lê gundî 50 roj in di binê kon denobeda erd û axa xwe digirin.
“Em dê ji birçîna bimirin”
Gundiyê bi navê Hacî Huseyîn Şeker got:
“Tiştekî me namîne, em dê ji birçîna bimirin.
Erdê me li vir e, çandiniya me li vir e, hertiştê me li vir e.
Heta emrê min hebe, em nahêlin pêyê yekîbê vê derê.”
Gundiya bi navê Nuriya Şekerê jînerazîbûna xwe wiha anî zimên:
“Axa bav û kalên me ye, em qebûl nakin,nakin, nakin, nakin.”
Gundê Cixsê di qûntara çiyê de ye ûerdnîgariya vê herêmê ji çiya û giran pêk tê.
Li herêmê hem erdê çandiniyê û hem jî erdêajeldariyê gelekî kêm e.
Eger proje pêk bê, gundî dê bê mêrg ûçêrgeh bimînin.
Keyayê berê yê Cixsê Taner Ay jî got:
“Eger li vî aliyî 300 donimî bi panelên rojêbigirin, li aliyê din ava me bibirin, dibêjin avaKasorê dibirin û li biniya me jî bendavçêdibe.
Bendava me jî bi qasî kîlometreyekî ji gunddûr e. Baş e em dê bi kû de herin?”
“Em dê malên xwe bar bikin”
Gundiya bi navê Xalîde Guzelê jî destnîşankir ku eger ew nikaribin ajelan xwedî bikinew dê neçar bimînin gundê xwe biterikînin ûda zanîn:
“Dema ku van rê û dirban vekin û emnikaribin heywanekî xwedî bikin, mirîşkekêxwedî bikin, dewarekî xwedî bikin, em dê livî gundî çi bikin?
Jiyana me çi ye, dê çi di destê me debimîne?
Di destê me de tiştek namîne. Em dê wêçaxê malên xwe bar bikin û ji vir derkevinherin.”
Gundiyê bi navê Faruk Şeker jî got, “Ev derji destê me biçe jiyana me dikeve xetereyê.”
Siyasetmedar, şaredar, parlamenter ûnûnerên saziyan gelek caran çûne serdanakonê nobedariyê û piştgiriyê didin têkoşînagundiyên Cixsê.
Yek ji wan kesan jî Hevserokê ŞaredariyaPasûrê Murat Îpek e.
Hevserokê Şaredariya Pasûrê Murat Îpek liser mijarê wisa axivî:
“Hema ji vê derê dest pê dike û nêzîkî 300donimî didin ber xwe.
Dest danîne ser û dixwazin talan bikin.Gundî jî 2 sal in li ber xwe didin.
Em jî wekî şaredar bi xelkê xwe re ne, çi jidestê me bê em dê bikin.”
Gundiyan ev 2 sal in şirket daye dadgehê lêheta niha jî ev dosye bi encam nebûye.
Rûdaw