Li parlamentoya Tirkîyê ji ber axaftina bi Zazakî alozî derket

Ji ber axaftina bi zaraveyê Zazakî yê Kurdî, li parlamentoya Tirkîyê alozî derket.

Navenda Nûçeyan- Parlamenterê Partîya Demorkatîk a Gelan (HDP) ê Çewlîgê Erdal Aydemîr, li parlamentoya Tirkîyê xwest gotara xwe bi zaraveyê Kirmanckî (Zazakî) yê Kurdî pêşkêş bike.

Li ser vê yekê parlamenterên Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Komarî ya Gelan (CHP) û Partîya IYI, li hember axaftina bi Kurdî bertek nîşanî wî parlamenterê HDPê dan û li ser vê yekê jî alozî li parlamentoyê rû da.

Hemwelatîyeka Kurd a ji Girê Sor ê ser bi Rihayê ve beşdarî bernameyeke kenaleke taybet ya wî welatî bûbû lê pêşkêşvana wê kenalê rê nedabû ew hemwelatîya Kurd ku bi Tirkî nedizanî, bi zaraveyê Kirmanckî yê Kurdî axaftina xwe pêşkêş bike û peywendîya telefonî bi ser wê hemwelatîya Kurd de qut kiribû.

Parlamenterê HDPê jî ev mijar veguhast bo rojeva parlamentoya wî welatî û weke nerazîbûnek li hemberî vê bûyerê xwest axaftina xwe bi Kirmanckî pêşkêş bike.

Wekîlê Koma AKPê Mehmet Muş û Parlamenterê AKPê yê Çewlîgî ku ew jî Kurd e, bertek nîşanî wî parlamenterê HDPê dan û îddîa kirin ku ti cudahîyek li di navbera zimanan de nehatîye kirin.

Ev yek di demekê de ye ku zimanê Kurdî li parlamentoya Tirkîyê nayê qebûlkirin û axaftin an jî gotineke bi Kurdî jî weke, ‘zimanekî nenas’ tê tomarkirin.

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye