Rengê Parlamentoya Sûriyeyê hema bêje diyar bû û hejmara nûnerên Kurd jî eşkere bû.
Di parlamentoya nû de tenê 11 parlamenterên Kurd cih digirin.
Hejmara giştî ya kursiyên Parlamentoya Sûriyeyê 210 e lê heta niha 207 kursî diyar bûne.
Ji van kursiyan 137 bi rêya hilbijartinan diyar bûn.
Ji ber ku li Siwêdayê hilbijartin nehatin temamkirin, 3 kursiyên vê parêzgehê heta niha vala mane.
Her wiha 70 kursî jî îro ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê ve hatin destnîşankirin.
Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê ji hundirê Parlamentoya Sûriyeyê da zanîn ku navên 70 endamên nû hatin eşkerekirin.
Ev 70 endam para Serokkomarê Sûriyeyê ne û rasterast ji aliyê wî ve hatine destnîşankirin.
Di nav vê lîsteyê de tenê navên du Kurdan hene. Ew jî Ebdulhekîm Beşar û Mistefa Ebdî ne.
Rêjeya Kurdan gelekî kêm e
Tevî ku Kurd pêkhateyeke sereke ya Sûriyeyê ne, nûnertiya wan a di parlamentoyê de di asteke gelekî nizm de ma.
Tenê 11 parlamenterên Kurd derbasî Parlamentoya Sûriyeyê bûn.
Ev hejmar jî dike ji sedî 4,07ê tevahiya kursiyên parlamentoyê.
Nav û herêmên parlamenterên Kurd
Nav û herêmên hilbijartinê yên wan 11 parlamenterên Kurd ên ku ketine parlamentoyê bi vî rengî ne:
1- Rengîn Ebdo - Efrîn
2- Mihemed Sîdo - Efrîn
3- Seîd Şêx Zade - Efrîn
4- Omer Xerîbo - Sifêra
5- Ferhad Şahîn - Kobanî
6- Ehmed Mûrad - Dêrik
7- Kîm Îbrahîm - Qamişlo
8- Ridwan Sîdo - Qamişlo
9- Fesla Yûsif - Hisîça
10- Ebdilhekîm Beşar - Hisîça
11- Mistefa Ebdî - Hisîça