Li parlamentoya Îraqê hinek parlamenterên sloganên li dijî Amerîka û Îsraîlê avêtin.
Parlamentoya Îraqê şeva borî civiya û di civînê de rewşa Îraqê û pêşhatên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Rayedarên payebilind ên leşkerî û ewlehiyê jî beşdarî civînê bûn.
Di dema civînê de hinek parlamenterên nêzîkî komên çekdar ên Îraqê fersend dît û dirûşmên li dijî Amerîka û Îsraîlê berz kirin.
Wan parlamenteran her wiha pesnê wan hêzan da ku ev nêzîkî hefteyekê ye bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê û hinek cihên Îraqê dikin.
Heman şevê bi roketan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê jî hat kirin.
Piştî vê bûyerê Hikûmeta Îraqê bertek nîşan da.
Li Parlamentoya Îraqê pesnê “hêzên berxwedanê” hat dayîn
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Parlamentoyê, dihat plankirin ku civîn saet 21:00an dest pê bike lê rûniştin derdora saet 21:30an dest pê kir.
Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a Parlamentoya Îraqê Daner Ebdulxefar ji Rûdawê re got:
“Gelek fermandarên leşkerî beşdarî civînê bûn, Serokerkanê Artêşa Îraqê jî di nav wan de bû.
Rewşa şer a niha ya li herêmê hat nîqaşkirin. Her wiha pergal û kapasîteya Îraqê ya li hemberî van geşedanan hat nirxandin.”
Di civînê de piraniya aliyan anî zimên ku divê Îraq nekişe nav vî şerî û ew li ser vê yekê hevnêrîn in.
Lê piştî demeke kurt parlamenterên nêzîkî Heşdî Şebiyê li salona parlamentoyê dest bi berzkirina dirûşmên li dijî Amerîka û Îsraîlê kirin.
Wan pesnê wan hêzan da ku xwe wekî “bereya berxwedana Îslamî” pênase dikin.
Parlamenterê PDKyê Şêrwan Duberdanî destnîşan kir ku nêzîkî 220 parlamenterî beşdarî civînê bûye û got:
“Dema ku dirûşm hatin berzkirin, parlamenterên Sunî, Kurd û hinek parlamenterên Şîe bêdeng man û tevlî dirûşman nebûn.”
Li salona parlamentoyê dirûşma “Bimire Amerîka”
Parlamenterê Fraksiyona Sadiqunê Mihemed Ebû Îsa li salona parlamentoyê dirûşmên “Bimire kirêgirtî… Bimire Amerîka… Bimire Îsraîl… Belê ji berxwedanê re!” berz kirin.
Bûyer bi vê yekê sînordar nema.
Fraksiyona Sadiqunê ya girêdayî Tevgera Esaîb Ehlî Heq a bi serokatiya Qeys Xezelî, ji Hikûmeta Îraqê xwest ku helwesteke fermî nîşan bide.
Ev fraksiyon li Parlamentoya Îraqê xwediyê 27 kursiyan e û endamekî wê jî Alîkarê Serokê Parlamentoyê ye.
Serokê Fraksiyona Sadiqunê Udey Ewad di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Em van êrişan bi tundî şermezar dikin. Berpirsyariya van êrişan di stûyê êrişkaran, birêvebiriya Amerîkayê û pêkhateya Siyonîst de ye.
Em silavan li gelê mezin ê Îranê dikin, ew li dora serkirdayetiya nû bûn yek û li hemberî komployan bûn astengiyeke xurt.”
Ewad her wiha ji hikûmet û Parlamentoya Îraqê xwest ku “li dijî êrişan helwesteke fermî û bihêz nîşan bidin û korîdoreke mirovî ji bo Îranê vekin.”
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musenna Emîn jî got, “Diyar e ku kesên dirûşman berz dikin kesên bi ser Heşdî Şebiyê ve ne.”
Li nav parlamentoyê pevçûn derket
Li Parlamentoya Îraqê her wiha di navbera parlamenterekî nêzîkî Heşdî Şebiyê û parlamenterekî nêzîkî hikûmetê de pevçûn derket.
Di navbera endamê Fraksiyona “Ebşîr Ya Îraq” a nêzîkî Heşdî Şebiyê Mistefa Sened û Serokê Fraksiyona Avadanî û Pêşketinê ya girêdayî Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî Beha Erecî de şer çêbû.
Sened rexne li hikûmeta Sûdanî girtin.
Wî got ku hikûmet li hemberî pêşhatên herêmê helwesteke zelal nîşan nade û pişt re Sened bi awayekî fîzîkî êrişî Erecî kir.
Li ser vê yekê Serokê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî biryar da ku heta Mistefa Sened lêborînê nexwaze nikare beşdarî civînên parlamentoyê bibe.
Ji Xelîlzad ji bo parlamenterên Îraqî peyama tund
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Bexdayê Zalmay Xelîlzad jî li dijî hinek parlamenterên Îraqî peyameke tund belav kir.
Xelîlzad li ser hesabê xwe yê Xê di peyama xwe de wiha got:
“Ji Parlamentoya Îraqê dîmenek hat belavkirin, hinek parlamenter qîr dikin û dibêjin ‘Bimire Amerîka’.
Eger Amerîkayê sala 2003yan Saddam Husên nerûxanda, îro dê ev kes li kû derê bûna?”
Êrişa roketî ya li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê
Şeva borî her wiha êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê jî hat kirin.
Çavkaniyekî ewlehiyê ji AFPê re ragihand ku 4 roket ber bi Balyozxaneya Amerîkayê ve hatine avêtin.
Sê ji wan ji aliyê pergala parastina asmanî ya balyozxaneyê ve hatin têkbirin û yek jî li nêzîkî balyozxaneyê ket.
Êrişên dronan ên li ser Herêma Kurdistanê jî didomin
Ev êriş di demekê de pêk hat ku rojên dawî gelek caran bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin.
Di nav armancên êrişan de bi taybetî xalên ku Amerîkî lê ne hebûn.
Wekî mînak Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û Konsulxaneya Amerîkayê jî bûn armanc.
Sûdanî xwest êrişkar bên girtin
Hikûmeta Îraqê hewl dide rê li ber wê yekê bigire ku şer nekişe nav Îraqê.
Ev şerê ku Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê daye destpêkirin ji 28ê Sibata 2026an ve didome.
Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman da saziyên ewlehiyê.
Sûdanî xwest ku kesên êrişî Balyozxaneya Amerîkayê kirine bên girtin.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan di daxuyaniya xwe de ev agahî da:
“Serokwezîr ferman da hemû fermandarên leşkerî û ewlehiyê.
Wî xwest ku di herêmên xwe yên berpirsyariyê de encamderên vî karê terorîstî bibînin û radestî edaletê bikin.”
Sûdanî her wiha tekez kir ku di ti şert û mercî de nabe ku mîsyonên dîplomatîk û balyozxane bibin armanc.
Wî destnîşan kir ku ev cure êriş zererê didin ewlehiya neteweyî û aramiya Îraqê.
RÛDAW