Li Panoya Balefirgeha Vîyenê

”Tirkiye destûra têkiliya cinsî bi zarokên di bin 15 re ye, dide”

Îro li gelek rojname, ajans, televizyon û radyoyên Ewrûpî de nûçeya hevpar li ser yasaya nû ya li Tirkiyê ku destûra bi zarokên di bin 15 re têkiliya cinsî dide, bû. Ev nûçe wek nûçeya herî girîng di panoya balefirgeha Vîyenê hat nivîsandin. Li ser vê yekê Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu bi meslekdaşê xwe yê Avusturyayî geriya û ev nûçe ji panoyê hat derxistin.

Wek tê zanîn li Tirkiyê Mahkema Qanûna Esasî 7 deng hember 6 dengan biryara rakirina yasaya ku bi zarokên di bin 15 re têkiliya cinsî qedexe dike, rakir. Li gor vê biryarê zarokên di nav 12-15 salan de ye, ji aliyê cinsî ve dikare gihiştî bê hesibandin.

Wek tê zanîn nuha li Tirkiyê 3,5 milyon zarok zewicî ne.

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir