Li Ormiyê 6 girtiyên kurd bi hev re hatin bidarvekirin!

.

Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 6 girtiyên kurd hatin bidarvekirin.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, îro danê sibê 6 girtiyên kurd li nav girtîgeha navendî ya bajarê Ormiyê de hatin bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, tevahiya wan girtiyan bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.

Du kesan ji wan kesên ku hatine bidarvekirin, birayên hev bûne.

Nav û nîşanên kesên ku hatine bidarvekirin, ev in:

Ehed Hebîbvend (Ormiye)

Mistefa Nesîrxah (Selmas)

Îbrahîm Nesîrxah (Selmas û birayê Mistefa)

Mihemed Kerîm Mehmûdî (Şino)

Sadiq Mehmî (Ormiye)

Mîr Sultan Emîrî (Şino)

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand