Li Notre Dame Cathedralê şewat!

Duh li Parîsê agir bi Notre Dame Cathedralê ket û beşeke mezin ji wê avahîya dîrokî şewitî.

Digel ku tîmên taybet ên agirkujîyê bi zêdetir ji 400 karmendên xwe hewl dan ku di demeke zû de agir kontrol bikin û nehêlin zirareke mezin bigihe dêra Notre Dame Cathedral lê belê  beşeke mezin ji wê şûnwarê dîrokî di wê bûyera şewatê de şewitî.

Ji ber şewatê birca dêrê bi temamî herrifî û ket xwarê.

Heta niha sedema derketina agir nehatiye zanîn, lê Polîsê Parîsê têkildarî bûyerê dest bi lêkolînan kiriye. Berpirsên Fransayê ragihandine, dibe ku bûyera agirpêketina li dêra Norte Dame Cathedral a Parîsê pêwendî bi nûjenkirina beşeke dêrê hebe.

Berdevkê dêra Notre Dame Cathedral jî ragihandiye, beşeke mezin ji bînaya dêrê şewitiye ku gelek belgename û destnivîsên dîrokî têde bûn.

Dêra Notre Dame Cathedral a Parîsê ku dîroka wê vedigere bo zêdetir ji 850 sal berê û yek ji şûnwarên dîrokî yên herî navdar li Fransayê û cîhanê ye. Ew bînaya dîrokî di sala 1163 zayînî de hatiye avakirin.

Avrupa Haberleri

PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin