Li navenda Colemêrgê alozî

.

 Li navenda bajarê Colemêrgê aloziyeke mezin çêbû.

Li gorî agahiyan, li Colemêrga Bakurê Kurdistanê 3 kesan ji nava otomobîlekê tiştên ne xweş gotine xelkê.

Li ser vê yekê, gelek welatiyên ku li herêmê kom bûn otomobîl rawestand û wan hewl da li kesên di nava otomobîlê de bixin.

Bûyer di demeke kurt de veguherî aloziyeke mezin û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî bûyerê gelek esnaf neçar man ku dikanên xwe bigirin.

Polîsên ku sewqî herêmê hatin kirin, ji bo belavkirina girseyê gaza rondikrêj bi kar anî.

Kesek birîndar bû

Girseya gel li ber avahiya Parêzgariya Colemêrgê kom bû û xwest ku Parêzgar bi wan re biaxive.

Pişt re birêvebirên Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê û Endamên Meclisa Giştî ya Bajêr hatin cihê bûyerê û wan bangî girseyê kir ku aram bin.

Girseya gel li ser banga rayedarên DEM Partiyê ji herêmê vekişiya û alozî bi dawî bû.

Di aloziyê de endamekî hêzên ewlehiyê jî birîndar bûye.

Di dîmenan de xuya dibe ku xisareke mezin gihaye otomobîlê.

MA: Ew leşker in

Li hêla din, Ajansa Mezopotamyayê (MA) ragihand ku ew 3 kes çawisên pispor in.

Ajansa Mezopotamyayê diyar kir ku wan çend caran li ser hev dengê muzîkê zêde kiriye, zelk aciz kiriye û li ser hev di heman cihî re çûne û hatine.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da