Li Mûşê qedexe

Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê bi hinceta ewlekarîyê bo heyam 15 rojan xwepêşandan, meş, ‎mitîng, û çalakîyên rûniştinê hatin qedexekirin.‎

Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê  bi hinceta ewlekariyê bo heyam 15 rojan xwepêşandan, meş, ‎mitîng, û çalakiyên rûniştinê hatin qedexekirin.‎

 

Walîtiya Mûşê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku “rêxistinên ne yasayî bi rêya medyaya civakî banga çalakiyan li welatiyan dike û dibe ku  bi hinceta dijî operasyonan meş û xwepêşandan bêne sazkirin û ew çalakî bêne provokerin û veguherin tevgerin tund û tûjî  û propagandaya terorê.”

 

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku bi armanca parastina ewlekariya millî, parastina ewlekarî û sîstema giştî, rêgirtina li tawanan, rêgirtina li maf û azadiyên bingehîn ên kesên din û herwiha parastina asayîşa giştî heta 15 rojan li navenda bajêr civîn û hemû çalakî hatine qedexekirin.

 

Qedexe îro 21ê Tebaxê destpê dike û heta 4ê Îlonê berdewam dibe.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe