Li Munihê kiryara terorîstî; herî hindik 9 mirî û bi dehan birîndar

Li gor medyaya Almanyayê li Munihê hemû trafîka nav bajêr bi miweqet hatiye rawestandin

Di 22.7.2016ê li Almanyayê li bajarê Munihê li navendeka kirînûfirotinê de li gor polis kiryarekê terorîstî pêk hatîye; herî hindik 9 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne.

Li gor agahîyan yê kiryardêr 3 kes in û polis li dû wan in û li herêma ku bûyar qewimîye operasîyoneka mezin li dar xistine.

Li gor medyaya Almanyayê li Munihê hemû trafîka nav bajêr bi miweqet hatiye rawestandin û polis hişyarî daye ku kes ji malên xwe dernekevin û televîzyon û radiyoyên xwe vekirî bihêlin.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê