Serokatiya Kar û Barên Diyanetê ya Tirkiyeyê bo mizgefta nivîsek bi navê biratiyê şand û ew nivîs nimêjên înê de wek xutbe hat xwendin. Ev yek girêdayî pêvajoya çareseriyê wek pêşhatek erênî hat şîrovekirin û welatiyan jî amaje kirin ku ew hêvî û daxwaz dikin pêvajo biçe serî û aştiyek mayînde pêk were.
Li Tirkiyeyê her ku diçe piştgiriya bo pêvajoya çareseriyê berfireh dibe û ev yek xwe di saziyên fermî de jî dide der. Demeke ku projeyasaya pêvajoyê gihiştiye parlementoya Tirkiyeyê û tê pêşbînîkirin ku di hefteya pêş de wek yasa bikeve meriyetê de Serokatiya Kar û Barên Diyanetê ya ku girêdayî Serokomariya Tirkiyeyê ye bo mizgeftan xutbeya nivîskî ya bi navê biratiyê şand.
Di xutbeyê de behsa xurtkirina biratîyê û pêşxistina yekîtiya civakî derket pêş. Peywirdarên olî yên Diyarbekirê jî amaje kirin ku gavên wisa girîng û hêja ne
Melayê Mizgefta Mezin a Sûrê Mele Hemîd Elçî ji Kurdistan24ê re got: “Wate û giringiya vê xutbeyê biratiya misilmanan û biratiya Kurd û Tirkan bû, xwedê teala qurana pîroz de dibêje min we ji jin û mêrekî afirand û zarokên we çêbûn û ew jî bi neteweyên cuda zêde bûn ku divê ev qewim neyên înkarkirin.”
Welatiyên ku nimêja înê li Mizgefta Sûrê ya Dîrokî kirine bi keyfxweşî pêşwaziya xutbeya bi navê biratiyê kirin û amaje kirin ku ew dixwazin pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve û bibe wesîleya çareseriyek berfireh û mayînde.
Welatî Ahmed Emîn: “Em dixwazin şer bi dawî bibe, mirovên me yên çune derve vegerin ser axax xwe.”
Welatî Maşalah Atan: “Em dxiwazin yekîtî çêbe, girtî bên werdan û kurd nava wekheviyê de bijîn.”
Welatî Remezan Demîr: “Xwedê teala xêrê bigerîne, 40 sal in milletê me nava vî şerî de perişan bu, em dixwazin bi xêr be.”
Welatî Îhsan Taşkin: “Em biratiyê û aştiyê dixwazin ji dewletê.”
Di mizgeftan de û di parlementoyê de, ji saziyên fermî heta saziyên sivîl her ku diçe piştgiriya bo pêvajoyê berfireh dibe û welatî dixwazin pêvajop wek yên berê nexetime û biçe serî.
K24