Li Misirê trênek ji raya xwe derket: 11 kuştî 98 birîndar hene

.

 Li Misirê, trênek do ji raya xwe derket û di encamê de 11 kesan can dan û nêzî 100 kes jî birîndar bûn.

Desteya Xeta Hesinî ya Misirê bi daxuyaniyekê diyar kir, bûyer li parêzgeha Qelyubiye ya li bakurê Qahîre ya paytexta Misirê çêbûye.

Rayedarên Misirê didin zanîn, trên ji Qahîreyê ber bi bajarê El-Mensûreyê yê li parêzgeha Qelyubiyeyê ve diçû ku dikeve 130 kîlometriya bakurê paytexta welat û trên ji raya xwe derketiye. Ev bûye sedema wergerandina heyşt vagonan. 

Wezareta Tendirustiya Misirê eşkere kir, bi sedema bûyera trênê li bajarê Tûx, 11 kesan can dane û 98 kesên din jî birîndar bûne.

Wezareta Tendirustiyê destnîşan kiriye, 14 kes ji birîndarên bûyerê piştî dermankirinê û başbûna rewşa wan a tendirustiyê, ji nexweşxaneyê derketine.

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî daxwaz ji tîma endazyariyê ya artêşa Misirê kiriye ku derbarê bûyerê de lêkolînê bikin.

Herwiha çavkaniyeke ewlehiyê jî diyar kiriye, şofêrê trênê û hin rayedarên xeta hesinî ya Misirê, hatine desteserkirin û lêkolîn bi wan re tê kirin.

Di 26ê Adara îsal de jî bûyerek di xeta trênê ya Misirê de çêbûbû û du trên li parêzgeha Sohacê li 460 kîlometriya başûrê Qahîreyê li hev qelibîbûn. Di encamê de jî 19 kesan can dabûn û 185 kes jî birîndar bûbûn.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin