Li Mêrdînê qeyûm 62 karkerên din ji kar derxistin

.

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê qeyûmê ku li şûna Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk hatibû danîn, 62 karkerên din ji kar derxistin.

Bi vî awayî karkerên ji kar hatine derxistin bû 369 kes.

Saziya Ewlehiyê ya Civakî (SGK) ji karkeran re peyam şandiye û karker bi wê peyamê agahdar bûne ku ji kar hatine derxistin.

Kar bi hinceta binpêkirina xala 22emîn a Yasaya Kar ji kar hatine derxistin.

Karkerên ji kar hatine derxistin dê li dijî biryarê serlêdana dadgehê bikin.

Di sala 2016ê de jî qeyûm bi heman awayî nêzîkî 200 karker ji kar derxistibûn û li ser nerazîbûna karkeran dadgehê biryar dabû ku karker vegerin ser karê xwe.

Bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn a  2024ê Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk wekî qeyûm hat danîn û ji wê demê û heta niha derxistina karkeran berdewam dike.

Li parêzgeha Êlihê jî ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin derxistina karkeran berdewam dike û nêzîkî 100 karkerî ji kar hatine derxistin.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Partiyên Kurd ên li Fransayê: Em li Rojava li hemberî sûc û êrîşan bêdeng namînin
PDK-Bakurê dozvekirina li dijî 11 endamên PWKê şermezar kir
Li Silêmaniyê êrişî kampa Komeleyê hat kirin
Asayîşê li Helebceyê operasyonek kir: 22 DAIŞî hatin desteserkirin
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): PWKyî Ji Ber Çalakîya Roja Alaya Kurdistanê Têne Darizandin