Li Mêrdînê jî qedexe!

Walîtîya Mêrdînê ragihand ku encamdana hemû core çalakî li sînorên wê parêzgehê bo maweyê mehekê hatine qedexekirin.

Navenda Nûçeyan - Walîtîya Mêrdînê daxuyanîyek belav kir û li gor wê daxuyanîyê, encamdana hemû core çalakîyan li sînorê wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê bo maweyê 30 rojan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyanîya hatîye belavkirin, çalakîyên weke civîn, meş, mitîng, daliqandina pankartan, daxuyanîyên ragihandinî, xwepêşandan, konsêrt, belavkirina belavokan, vegirtina çadiran û hemû çalakîyên bi wî rengî, ji 16ê Hezîranê heta 15ê Tîrmehê hatine qedexekirin.

Walîtîya Mêrdînê dîyar jî kirîye ku kesên ku pabendî qedexeyê nebin dê bên cezakirin.

Ev di demekê de ye ku Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) îro ji bajarên Colemêrg û Edîrneyê ‘meşa demokrasîyê’ ber bi Enqerê ve daye destpêkirin û berî niha bi mebesta rêgirîya li vê meşa HDPê, li hejmareke bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê weke; Colemêrg, Bedlîs, Wan, Şirnex, Edîrne, Kocaelî, Sakarya û Tekirdagê, encamdana çalakîyan hatibûn qedexekirin.

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist