Li Mêrdînê di nexwexaneyan de cîh nemaye

.

– Endamê Odeya Pizîşkên Mêrdînê Ozgur Bîlek derbarê rewşa tendirûstî ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê de hişyariyê dide û dibêje:“Ji sedî 90ê çavdêriya hûr ên nexweşxaneyên Mêrdînê tijî pêketiyên Coronayê bûne.”

Endamê Desteya Rêveber a Odeya Pizîşkên Mêrdînê Ozgur Bîlek ragihand ku ji ber welatî pêbendê rênmayiyên tendirûstiyê nabin û vaksîna Coronayê wernagirin, rewşa tendirûstî ya parêzgehê gelekî hestyar e û metirsiyeke zêde li ser e.

Ozgur Bilek dibêje, rojane 600-700 kes bi Coronayê dikevin, ji sedî 90ê beşên çavdêriya hûr ên nexweşxaneyên Mêrdînê tîjî pêketiyên Coronayê bûne, di demên borî de ev rêje ber bi zêdebûnê ve diçe û di nexweşxaneyan de bo wergirtina nexweşan cih namîne. Herwiha Bîlek got, bi giştî rojane 8 welatî bi vîrûsa Coronayê canê xwe ji dest didin.

Bîlek da zanîn ku welatiyên Mêrdînê heta niha di wergirtina vaksînê de gelekî li paş in, bi awayekî hejmara wan kesên vaksîn wergirtine tenê ji sedî 49 e. Ev rêje jî li gor asta bajarên din gelekî kêm e.

Endamê Desteya Rêveber a Odeya Pizîşkên Mêrdînê Ozgur Bîlek daxwazê ji welatiyan dike ku guhê xwe nedin wan gotegot û çîrokan ku behsa rewşa mirov dikin piştî wergirtina vaksînê û dibêje “Take rêya çareseriyê û rêgirtin li berbelavbûna vîrûsê, wergirtina vaksînê ye.”

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin