Li Makûyê girtiyekî Kurd hat bidarvekirin

.

Cezayê bidarvekirinê yê girtiyekî Kurd ê bi navê Erdelan Sebzî li Girtîgeha Navendî ya Makûyê hat bicihanîn.

Erdelan Sebzî xelkê bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Ev girtiyê Kurd beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû desteserkirin.

Dezgeha Dadweriyê ya Îranê bi wê tohmetê cezayê bidarvekirinê dabû wî.

Beriya 4 salan hatibû desteserkirin

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, cezayê sêdarê yê Erdelan Sebzî berê sibeha îro hatiye bicihanîn.

Çavkaniyên Hengawê ragihand ku Erdelan Sebzî nêzîkî 4 sal berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatiye desteserkirin.

Bidarvekirina wî girtiyê Kurd ji aliyê medyaya fermî ya Îranê ve nehatiye ragihandin.

Her wiha ji aliyê saziyên girêdayî Dezgeha Dadweriyê ya Îranê ve jî li ser vê mijarê ti daxuyanî nehatine dayîn.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist