Li Londonê Serdana Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê

Îro heyetek ji sîyasetmedar, akademîsyen û ji tendurîstzanên ku li Brîtanyayê dijîn ji bo piştgirîya referandumê serdana buroya li Londonê ya Hukumeta Herêma Başûrê Kurdistanê kirin.

Îro heyetek ji sîyasetmedar, akademîsyen û ji tendurîstzanên ku li Brîtanyayê dijîn û kardikin pêkhatî ji bo piştgirîya referanduma serxwebûnê serdana buroya li Londonê ya Hukumeta Herêma Başûrê Kurdistanê kirin. Heyet ji Dr. Sabahat Karaduman, Dermansaz (Eczaci) Alî Ozbek, Perwerdekar Erdal Dogan, Prof. Dr. Naîf Bezwan, Dr. Janroj Keleş, endamê meclîsa şaredarîya Kengsintonê Muhamed Baxtîyar pêk dihat. Berpirsê buroya Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê, Xusro Aşgê pêşwazîya heyetê kir.

Di hevdîtinê de li ser serxwebûn, demokrasî û yekîtîya netewî hat rawestandin. Heyet li ser girîngîya kar û xebatên dîyasporayê û ji bo avahîyên sivîlên civakî bi xurtî tevlî pêvajoyê bibe fikir û dîtinên xwe par ve kirin. Berpirsê buroya hukumeta Herêma Kurdistanê jî bi taybetî li ser encamên muhtemel ên sîyasî û stratejîk sekinî. Heyetê destnîşan kir ku mijara serxwebûnê ne tenê weke pirseke partîyên sîyasî, wek pirsa miletekî ku li ser dehatûya xwe bi azadî xwedî bi gotin û biryar e.

Di dawîya sohbetê de beşdar ji bo bi berfirehî Kurdistanî û dîyaspora beşdarî bikin, li ser xebatên divê bê kirin, fikrên xwe parvekirin.

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist