Li Kurdistanê piştî cejnê zêdeyî 1000 projeyên kar têne destpêkirin

Serokê Desteya Weberhênanê li Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî bêhnvedana cejna Remezanê dest bi karkirina li ser zêdetirî 1000 projeyî tê kirin û eger hemû proje bi hev re têkevin kar 200 hezar derfetên kar çêdibin.

Serokê Desteya Weberhênanê Dr. Mihemed Şukrî, ji Rûdawê dîyar kir ku piştî ragihandina 1055 projeyên warê weberhênanê, gelek weberhêneran pêwendî li gel wan danîne û xwestine wan projeyan wergirin.

Mihemed Şukrî da zanîn ku piştî bêhnvedana Cejna Remezanê ew dê dest bi karên wan projeyan bikin.

Bi gotina Şukrî eger ew proje hemû têkevin warê cîbicîkirinê, hejmareke zêde ya derfetên kar çêdibe ku mirov dikare bibêje 200 hezar derfet in û ev yek ji bo rewşa niha ya aborîya Kurdistanê gelekî baş e.

Serokê Desteya Weberhênanê herwiha eşkere kir ku ji temamîya 1055 projeyên ku têne vekirin, 461 di warê pîşesazî de ne, 227 geştûgûzarî ne û 113 jî çandinî ne.

Qebareya weberhênanê li Herêma Kurdistanê di navbera salên 2006 û 2019an de, nêzîkê 53 milyar dolar bû.

Rudaw

 

 

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Kurdistanê: Piştî 20 salan hîn jî Madeya 140 nehatiye cîbicîkirin
Roj roja Derbiya Bakurê Kurdistanê ye, çav li Amedê ne
Nav û birêvebiriya DEM Partiyê dê bên guherin
Plana Mega hat eşkerekirin: Bajarên Kurdan li derve hatin hiştin
Amerîka ji Baregeha Qesrikê derdikeve