Li Kopenhagin Panela Hilbijartinê

.

Li Kopenhagê di çarçoveya hilbijartinên şaredariyê yên 2025an de, paneleke gotûbêjê ya bi navê "Hilbijartina 2025 – Dengê we, Biryara we!" wê di 11ê Cotmeha 2025an de bê lidarxistin. Panel ji bo hilbijêr û namzetên ji bo çar salên pêş de ser çawanîya birêvebirina şaredariyê de derfeteke nîqaşê peyda bike.

Di panelê de, navên wekî Mehmûd Erdem (Brøndby), Fatîh Baran (Brøndby), Yılmaz Yılmaz (København), Yeliz Aksogan (København), Roşîn Azad (Herlev), Lars Aslan Rasmussen (København), Taner Deng (Ballerup) û Resul Kestey (Albertslund) amade bibin.

Ev panel wê li ser mijarên girîng ên civakî, entegrasyon, ciwan, tenduristî, veguhastin, mal û xaniyan raweste. Armanca panelê ew e ku hemwelatî bi riya nîqaş û gotûbêjên vekirî, biryarên xwe yên ji bo pêşerojê bi hêsanî bidin.

Ji aliyê organîzatoran ve hat gotin, bang li gel tê kirin ku beşdarî panelê bibin û bi dengê xwe rê li ber pêşerojek geştir vekin.

Banga panelê wiha ye:

Ger hûn dixwazin di 4 salên pêşiya me de bandorê li ser çawaniya birêvebirina şaredariya xwe bikin? Werin ji bo civîna li gel namzedên hilbijartina şaredariyan û guh bidin namzedan, mijarên girîng li gel wan nîqaş bikin.

Mijarên wek dibistan, entegrasyon, jîngeh, tenduristî, veguhastin, mal-xanî û civak Bi namzedan re hevdîtinan bikin,

pirsên xwe bipirsin - û ji bo hilbijartinên şaredariyan 2025 amade bin. Pêşeroj, ji herêma te dest pê dike – tu rengekê bide pêşeroja xwe.

Kurdistan Haberleri

Keleha Zerzevanê dikeve Lîsteya Mîrata Cîhanî
Mesrûr Barzanî: Em ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya bi parêzgehên Iraqê re amade ne
Barhilgirên Tirkiyeyê di ser Sûriyeyê re derbasî Îraqê bûn: Herêma Kurdistanê tê bypasskirin
Fîlma 'Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî' dê li 16 welatan bê nîşandan
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdiaya Supaya Pasdaran red kir