LI KOPENHAGENÊ BO NAMZETÊN SERBIXWE ŞEVA PIŞTGIRÎYÊ

Komîteya hevbeş a PAK û PSKê li Kopenhagina peytaxta Denmarkê bo piştgirîya Namzetên Serbixwe, şevek li dar xist.

Adnan Axacan/ Rûpela Nû-Kopenhagen

Roja Şemîyê 2ê Adarê li Kopenhagena peytexta Danîmarkayê şêvek ji bo piştgirîya berbijêrên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ji alîyê komîteya hevbeş ya Partîya Azadîya Kurdistanê û Partîya Sosyalîsta Kurdistanê hat lidarxistin.

Kek Serhat Zozan li ser navê komîteyê bixêrhatin li beşdaran kir û li ser girîngîya hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê sekinî.

Welatperwerên ji her çar beşên Kurdistanê bi dilsozane piştevanîya xwe derbirîn.

Aheng bi xwarin, vexwarin, muzîk û şahî bi dawî hat. 

Komîteya herdu partiyên PAK û PSK li Danmarkê sipasîyên xwe aresteyî hemû beşdarên vê ahengê kir.

 

Avrupa Haberleri

PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin