Di Konferansa Medîkal a Kurdistanê de rojeva sereke “hişê çêkirî” (AI) bû.
Pisporan tekez kir ku eger hişê çêkirî rast were bikaranîn hem ji bo bijîşkan û hem jî ji bo nexweşan dikare bibe alîkarekî jiyanî lê divê dane teqez werin piştrastkirin.
Konferansa Medîkal a Kurdistanê ya ku li Herêma Kurdistanê didome, gelek pisporên xwecihî û biyanî anîn cem hev.
Tora Medyayî ya Rûdawê jî yek ji sponsorên konferansê ye.
Di nav mijarên sereke yên îsal ên konferansê de hişê çêkirî, başkirina xizmetên tenduristiya jinan û rêbazên teşxîsa zû ya penceşêrê hene.
Pisporên ku di panela îro de axivîn, bikaranîna hişê çêkirî ya di bijîşkiyê de nirxand.
Birêvebirê Fakulteya Bijîşkiya Giştî ya Zanîngeha Kurdistanê (UKH) û Serokê Konferansê Dr. Tişk Nûrî Şaweys di panela Rûdawê de bal kişand ser entegrasyona teknolojiyê ya di perwerdeya bijîşkiyê de.
Dr. Şaweys diyar kir ku hişê çêkirî alîkariya bijîşk û nexweşan dike û got:
"Em li Zanîngeha Kurdistanê bikaranîna rast a hişê çêkirî fêrî xwendekarên xwe dikin.
Ne tenê xwendekar, divê em bijîşkên xwe jî perwerde bikin ka dê di xizmetên tenduristiyê yên bi taybetî ji bo extiyaran de çawa ji hişê çêkirî sûdê wergirin."
“Ji bo deverên bêbijîşk û keşfa dermanan krîtîk e”
Mêvanê din ê panelê Pisporê Hişê Çêkirî yê di Bijîşkiyê de Dr. Aras Esad jî bal kişand ser gihîştina teknolojiyê.
Dr. Esad got, "Hişê çêkirî, li herêmên dûr ên ku bijîşk lê nînin yan jî gihîştina pisporan zehmet e, ji bo têgihîştina bilez a pirsgirêkên nexweşan xwedî girîngiyeke krîtîk e."
Dr. Esad her wiha diyar kir ku hişê çêkirî di "keşfkirina dermanên nû de" rola sereke dilîze û derbarê nexweşiyan de pêşbîniyeke bilez dide.
“Hişê çêkirî dikare halusînasyonê bibîne”
Dr. Aras Esad bal kişand ser rîskên hişê çêkirî jî û bikarhênerên qada bijîşkiyê li ser mijara "piştrastkirinê" hişyar dan.
Dr. Esad destnîşan kir ku AI her tim agahiyên rast nade û ev hişyarî da:
"Divê bikarhênerên hişê çêkirî yên di qada bijîşkiyê de gelekî baldar û hûrbîn bin.
Çimkî hişê çêkirî carinan dikare halusînasyonê bibîne, yanî ji ber xwe ve tiştan çêdike û agahiyên şaş dide.
Ji ber vê yekê, şert e ku daneyên bijîşkî teqez bi çavkaniyên xwe ve werin kontrolkirin û bi referans werin bikaranîn."
Di konferansê de her wiha potansiyela bikaranîna algorîtmayên hişê çêkirî ya di teşxîsa zû ya penceşêrê ya li Herêma Kurdistanê de jî hat gotûbêjkirin.