Li Kerkûkê werzê şanoya monodramayê ya pirzimanî dest pê kir

.

Şaxa Kerkûkê ya Sendîkaya Hunermendan li hola Peymangeha Hunerên Ciwan a Kerkûkê, werzekî nû ya şanoyê di bin navê "Monodramaya Nayab" de da destpêkirin. Di vî werzî de şano bi sê zimanên cuda tên pêşkêşkirin.

Rêveberê Werzê Şanoya Monodramayê Qasim Xemgîn îro 6ê Nîsanê ji Kurdistan24ê re ragihand, ev çalakî bi armanca bikaranîna şanoyê wekî amûreke kûr a derbirîna derûnî û civakî tê lidarxistin. Xemgîn diyar kir ku monodrama (şanoya yekkesî) ji bo nîqaşkirina kêşeyên mirovî û civakî xwedî hêzeke taybet û bandorker e.

Sê şano bi sê zimanan

Di çarçoveya vî werzî de, sê şanoyên cuda bi sê zimanên cuda (Kurdî, Erebî û Tirkmenî) tên pêşkêşkirin, ku her yek ji wan aliyekî cuda yê jiyan û çanda herêmê nîşan dide:

1- Nukteçî: Ji aliyê Tîpa Şanoya Kerkûkê ve bi zimanê Erebî tê lîstin.

2- Sînor: Ji aliyê Tîpa Hunermendên Tirkmen ve bi zimanê Tirkmenî tê pêşkêşkirin.

3- Têy Heldeşeq: Ji aliyê Tîpa Şanoya Diyalogê ve bi zimanê Kurdî tê lîstin.

Huner wekî pira pêkvejiyanê

Rêveberê çalakiyê her wiha da zanîn ku ligel şanoyan, pêşangeheke taybet jî hatiye vekirin ku giranî dide ser mijara pêkvejiyana aştiyane û hevgirtina çandên cuda yên Kerkûkê. Ev pêşangeh ji aliyê Grupa Hunerên Gelêrî ya Kerkûkê ve hatiye amadekirin û wekî nîşaneya yekrêziya civakî tê dîtin.

Qasim Xemgîn herwiha got: "Ev çalakî ne tenê ji bo pêşvebirina şanoya nûjen a li Kerkûkê ye, lê her wiha platformek e ji bo diyaloga navbera zimanan. Beşdar bi rêya hunerê dibin parçeyek ji peyama aştiyê."

(K24) 

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan