Li Kerkûkê nêzîkî 850 xwendekarî ji Erebî derbasî Kurdî bûn

.

 Birêvebirê Beşa Xwendina Kurdî ya Kerkûkê Kamran Elî ragihan ku zêdetirî 100 dibistanên wan hewceyî nûjenkirinê ne û çend dibistan bi temamî hatine valakirin.

Kamran Elî her wiha got, “Tevî van pirsgirêkan, îsal nêzîkî 850 xwendekar ji xwendina Erebî derbasî ya Kurdî bûne.”

Birêvebirê Beşa Xwendina Kurdî ya Kerkûkê Kamran Elî beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê rewşa dibistanên li Kerkûkê axivî û got:

“Ji piştî sala 2014an ve ti avahî ji bo me nehatiye zêdekirin û ti dibistan jî nehatiye nûjenkirin."

Li gorî gotina Kamran Elî, hikûmeta Îraqê piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn ên 2017an, "bi awayekî bernamekirî" xwendina Kurdî li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê paşguh xistiye.

Zêdetirî 100 dibistan hewceyî nûjenkirinê ne

Kamran Elî behsa rewşa dibistanan kir û got, "Zêdetirî pênc an şeş dibistanên me ku êdî ji bo xwendinê neguncaw bûn, me vala kirine û pêwîst e werin nûjenkirin."

Wekî ku Kamran Elî dibêje, zêdetirî 100 dibistanên xwendina Kurdî hewceyî nûjenkirinê ne û zêdetirî 40 dibistanên sê dewamî li sinorê Kerkûkê hene, her wiha hinek dibistanên çar dewamî jî hene.

Ji ber kêmbûna rûberê xwendinê û valakirina hinek dibistanên kevn, hinek xwendekarên li Kerkûkê li kabîneyan dixwendin.

Birêvebirê Beşa Xwendina Kurdî ya Kerkûkê amaje bi wê yekê jî kir ku niha bi biryareke Encûmena Wezîran kabîne hatine rakirin, vê yekê jî ji bo wan pirsgirêkeke mezin çêkiriye.

"Hejmara xwendekaran li gorî par zêde bûye"

Kamran Elî da zanîn ku tevî van pirsgirêkên ku di xwendina Kurdî de hene îsal nêzîkî 850 xwendekar hatine qeydkirin ku ji xwendina Erebî derbasî xwendina Kurdî bûne.

Wekî ku Kamran Elî  amaje pê kir, îsal zêdetirî 8 hezar xwendekar di pola yekem a dibistana seretayî ya xwendina Kurdî de hatine qeydkirin ku li gorî par hejmara wan bilind bûye.

Zengila sala nû ya xwendinê dê 21ê Îlonê lê bide.

Li sinorê Kerkûkê, zêdetirî 100 hezar xwendekarên xwendina Kurdî li 557 dibistanan dixwînin û zêdetirî 8 hezar û 500 mamosta dersê didin wan.

Siyaset Haberleri

Alî Çeven: Dîsa dibêjim, ez ne Tirk im
Meclisa Leşkerî ya HSDyê civiya: ‘Em amade ne’
SWÊD - Kurdish Energy Drink bi Alaya Kurdistanê belav bû
Îstifayeke ji nişka ve: Geir Pedersen dev ji karê xwe berda
Li Kerkûkê çekdaran kemîn danî ber cotkarên Kurd