Li Kerkûkê li dijî zimanê Kurdî biryareke nû

.

Fermangeha Tendirustiya Kerkûkê guhertin û dîzayneke nû di formên destûra tendirustiyê de amade kiriye û zimanê Kurdî di wan formên destûrê de hatiye jêbirin.

 Fermangeha Tendirustiya Kerkûkê guhertin û dîzayneke nû di formên destûra tendirustiyê de amade kiriye û zimanê Kurdî di wan formên destûrê de hatiye jêbirin.

Li gor nivîseke Fermangeha Tendirustiya Kerkûkê, ku ji hemû navendên tendirustiyê re hatiye şandin, daxwaz dike êdî bi guhertineke nû, formên destûra tendirustiyê bidin wan xwaringeh û kargehên ku pêwîstiya wan bi destûra tendirustiyê heye. Zimanê Kurdî di forma nû ya destûrê de hatiye rakirin.

Ev di demekê de ye ku beriya niha zimanê Kurdî weke zimanê Erebî di wan formên destûra tendirustiyê de dihate nivîsandin.

Li gor Destûra Iraqê, zimanê Kurdî weke zimanê Erebî fermî ye û divê di nivîs û forman de were bikaranîn, lê belê li parêzgeha Kerkûkê piştî 16ê Cotmeha 2017an ve kêşe û pirsgirêk li ber zimanê Kurdî têne dirustkirin û li piraniya saziyên hikûmetê zimanê Kurdî nayê bikaranîn.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand