Li Kerkûkê êrişî baregeha Heşdî Şebiyê hat kirin, 5 kuştî hene

.

Çavkaniyeke payebilind a ji Fermandariya Operasyonan a Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand ku berê sibeha îro li Dûbizê baregeheke Heşdî Şebiyê du caran hatiye bombebarankirin.

Li gorî wê çavkaniyê, di encama bombebaranê de 5 kes hatine kuştin û 12 kesên jî birîndar bûne ku rewşa hinekan ji wan giran e.

“Piraniya birîndaran sivîl in”

Çavkaniya nav Fermandariya Operasyonan a Kerkûkê got:

"Cara yekem ku hat bombebarankirin, otomobîlên hawarçûnê û xelkê herêmê bi hawara birîndar û kuştiyan ve çûn.

Lê careke din hat bombebarankirin û piraniya wan kesên ku birîndar bûne sivîl in."

Hat zanîn ku di wê baregeha bombebarankirî de Lîwaya 40î ya Heşdî Şebiyê heye.

Êrişên li ser Heşdî Şebiyê didomin

Ev êrişa îşev, piştî gelek bombebaranên din tê ku di rojên borî de komên çekdar ên girêdayî Heşdî Şebiyê li Nînowa û Enbarê kiribûn hedef.

Di sê rojên borî de, baregeha Lîwaya 40î ya Heşdî Şebiyê ya li bajarokê Geyareyê, baregeha Fewca 33yan a li nêzîkî xala kontrolê ya Eqrebê ya li Nînowa û li Enbarê jî herêma Gehawiyê ku Lîwaya 45an a Heşdiyê lê ye hatine bombebarankirin.

Di hemberî van êrişan de, komên bi navê "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" ragihandiye ku wan di 10 rojên borî de zêdetirî 200 êrişên bi dron û mûşekan birine ser "baregehên Amerîkayê."

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan