Li Kerkûkê çekdaran kemîn danî ber cotkarên Kurd

.

 Li gundê Bîbanê yê navçeya Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê li nêzîkî rêya Hewlêrê, hineke çekdarên nenas gule li 2 cotkarên Kurd reşandin.

Li gorî çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Azadiyê ya Kerkûkê, birîndarek gihîştiye nexweşxaneyê ku du gule li serê wî ketine.

Heman çavkaniyî got ku "Yekî din ji xelkê herêmê winda ye û telefona wî girtî ye."

Birêvebirê Pirdê Ebdulmutelîb Necmedîn ji Rûdawê re ragihand:

"Ew ciwan li baxekî li sinorê gundê Bîbanê bûne û wan ji bo anîna jeneratorekê xwestiye ber bi gundê Karêzê ve biçin lê ketine kemîna hejmarek çekdarên nenas û hatine desteserkirin."

Birêvebirê Pirdê Ebdulmutelîb Necmedîn her wiha got:

"Yek ji desteserkiriyan Pala Necmedîn xwestiye bireve lê gule lê hatine reşandin û birîndar bûye

Tê gumankirin ku yê duyem jî hatibe revandin."

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist