Li Kerbelayê xwepêşanderan êrîşî konsolxaneya Îranê kirin

.

Xwepêşanderan şeva borî êrîşî ser Konsolxaneyan Îranê li parêzgeha Kerbelayê kirin û hewl dan wê bişewitînin.

Jêderekî ji medyaya Iraqî re ragihand, şeva borî nêzîkî 300 kesî li pêş Konsolxaneyan Îranê li parêzgeha Kerbelayê kom bûn û piştre jî êrîşî ser avahiya konsolxaneyê kirin.

Wî jêderî ku navê wî nehatiye aşkerekirin got, xwepêşanderan li derdora avahiya konsolxaneyê agir bi tekerên otomobîlan vêxistin û hewla şewitandina avahiyê dan.

Diyar kir jî, piştre hêzên ewledakiyê gihîştin, rûbirûyî xwepêşanderan bûn û ew belav kirin û nehiştin ew bikevin nav avahiya konsolxaneyê.

Çalakvanên tora civakî jî hin girtevîdyo belav kirin ku tê de dîmenên êrîşê û vêxistina agir li derdora konsolxaneyê diyar dibin.

Duhî çalakvan û rêkxerê navdar ê xwepêşandanên Kerbelayê Îhab Elweznî li ber malên xwe ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat terorkirin. Termê wî di merasîmeke cemawerî de bi xakê hat spartin û piştre jî bû xwepêşandan û xelkê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Rojhilta Navîn Haberleri

Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê
Hemasê bersiv da: Gelo dê çekên xwe deyne?
Li Siwêdayê 560 kes winda ne
Li Siwêdayê komîte hatin avakirin
Almanya, Fransa û Îngiltere wê di siyaseta Rojhilata Navîn de bi hevkarî gav davêjin