Li Kembera Kesk a Hewlêrê piştî 500 hezar şitilên zeytûnan fistiq tên çandin

.

 Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw da zanîn ku di qonaxa yekem a Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê de 500 hezar şitilên zeytûnan hatine çandin.

Umêd Xoşnaw her wiha ragihand ku dê qonaxa duyem a projeyê dest pê bike.

Birêvebirê Jîngehê yê Hewlêrê jî got, "Dê sûdeke projeyê ya zêde ji bo hewa û aboriya bajêr hebe."

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro li ser projeya Kembera Kesk a Hewlêrê ji Rûdawê re axivê:

Umêd Xoşnaw got, "Li pişt Cafrya 150 Metreyî û di navbera rêya Pîrmam û Behirkeyê de, di qonaxa yekem a Projeya Kembera Kesk de 500 hezar şitilên zeytûnan hatin çandin."

Parêzgarê Hewlêrê Xoşnaw da zanîn ku proje dê derdora Hewlêrê bigire.

Xoşnaw her wiha diyar kir ku ev proje bi fermana rasterast a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê bicihanîn.

Di qonaxa duyem de fistiq tên çandin

Amadekariyên qonaxa duyem a projeyê ber bi qedandinê ve ne.

Umêd Xoşnaw ev yek wiha anî zimên, "Tevahiya projeyê dê ji 8 qonaxan pêk were.

Berhema zeytûnan a qonaxa yekem ku ji 500 hezar şitilan pêk tê, dê ji bo xwarina rojane û rûnê zeytûnan were bikaranîn."

Li gorî planê dê di qonaxa duyem a projeyê de fistiq bên çandin.

Li gorî gotina Parêzgarê Hewlêrê, bi saya projeyê, "Hewlêr dê bikeve ser nexşeya berhemhênerên girîng ên fistiqan ên li herêmê."

Sûdên Kembera Kesk çi ne?

Birêvebirê Jîngehê yê Hewlêrê Dilşad Hîranî îro derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî.

Dilşad Hîranî diyar kir, "Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê dê sûdeke mezin bide jîngeha bajêr, ji bilî wê dê ji bo niştecihên bajêr jî sûdeke aborî ya baş hebe."

Birêvebirê Jîngehê yê Hewlêrê sûdên projeyê bi van xalan rêz kirin:

- Rêjeya keskayiyê zêde dibe.

- Dibe sedema daketina pileyên germê.

- Rê li ber rîska çolbûna derdora Hewlêrê digire.

- Dibe sedema zêdebûna oksîjenê.

- Rêjeya karbondîoksîtê kêm dibe.

- Hejmara çûkan zêde dibe.

- Ew sînor dê bibe herêmeke geştyariyê.

- Dê sûda wê ji bo aboriya Hewlêrê hebe.

- Rêjeya tozbarînê kêm dibe.

Destpêka projeyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 30ê Çiriya Pêşîn a 2025an hîmê Kembera Kesk a Hewlêrê danîbû.

Mesrûr Barzanî wê demê ragihandibû, bi temambûna "Kembera Kesk û Rêya Jiyanê", qonaxeke din li Hewlêrê dest pê dike û Hewlêr dê bibe yek ji bajarên herî girîng ên herêmê.

Kurdistan Haberleri

Erdogan û Mesrûr Barzanî civiyan
Bîranîna Mele Mehmûd Yeşîl
Waşinton hişyariyeke tund da hikûmeta bê ya Iraqê
Sefîn Dizeyî pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê gotûbêj kirin
Çima divê mafên zimanê Kurdî bi destûrê werin parastin?