Li Kampa Holê jineke din a Êzidî hat rizgarkirin

.

Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) jineke Kurd a Êzidî li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê rizgar kir.

Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) di çarçoveya roja 20emîn a operasyona “Mirovatî û Ewlekarî” de jineke din a Êzidî li kampa Holê rizgar kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ji roja 25ê Tebaxa 2022an ve bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovatî û Ewlekarî” li hundirê kampa Holê daye destpêkirin û ev operasyon di roja xwe di roja xwe 20emîn de berdewam e.

Pêştir jî Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) di çarçoveya roja 9emîn a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” de jineke Êzidî rizgar kiribû.

Çekdarên DAIŞê di 3ê Tabaxa 2014an de êrîşî Şingalê û derdora wê kir û zêdetir ji 5 hezar Kurdên Êzidî kuştin, bi hezaran kes revandin, her wiha bi sedhezaran jî koçber bûn. Li gorî amaran, heta niha 3554 kes hatine rizgarkirin, lê hîn jî 2717 kes winda ne.

Kampa Holê li bajarê Heseke, yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û wek metirsîtirîn kampa li cîhanê tê binavkirin. Ev operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî wê tê, ji destpêka îsal ve 44 kes li kampa Holê hatine kuştin. 

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Seredana Serokê Weqfa Rêya Azadî Sîyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay Kir
Fehed Heyder: Siwêda mehek e di bin dorpêçê de ye
Heşda Şebî: Dilê desthilatê yan mîxê tabûta dewletê?
Seredana Dr. Nazif Yılmaz, vekîla wezîrê perwerde û fêrkariya Tirkiyê a li Lalişê
Parlamenterekî AK Partiyê xwest ku hevdîtinên HSD û Şamê li Enqereyê bên kirin