Li Îsraîlê 6,861 Kesên Din bi Korona Ketine, Hikûmet Hazirîya Tedbîrên Nû Dike

Îsraîlê îro Çarşemê 6,861 bûyerên pêketina korona ragihandin ku ew jî rekora nû ya tûşbûna rojane ye ku li wî welatî tê dîtin.

Pisporên saxlemîyê bal dikşînin ku nîfûsa Îsraîlê 9 mîlyon e û rêjeya pêketinan li gor wê nîfûsê gelek bilind e û ti nîşane tuneye ku belavbûna vîrusê hêdîtir dibe.

Bi bilindbûna rêjeya pêketinan, hikûmeta Îsraîlî hizira danîna tedbîrên nû yên pêşîgir dike.

Hikûmetê hefteya borî qedexeya derketina kolanan ragihandibû û xwendingeh, navendên kirîne, otel û xwaringehên li seranser welêt hatibûn girtin.

Hikûmeta Îsraîlê îro kombûneke taybet ya ser vê mijarê li dar dixe û hember belavbûna korona biryarên nû yên pêşîgir ragihîne.

Jêderên agahdar didine zanîn ku di rojeva hikûmetê de daxitsina sînagog û cîhên olî û herwiha qedexekirina xwepêşandanan jî hene.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê