Li Îsraîl di merasimeke olî de herî kêm 44 kes mirin!

.

Di merasimeke olî de li bakurê Îsraîlê ku bi hezaran kes têde amade bûn, heya niha 44 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 100 kes jî birîndar bûne, rewşa bi dehan ji birîndaran jî giran e.

Li bakurê Îsraîlê bi deh hezaran kes beşdarî merasima olî ya bi navê Lag BaOmer bûn. Merasim şeva bihorî li Mount Meron li navçeya Galilee hatibû lidarxistin.

Medyaya Îsraîlê di destpêkê de ragihand, stadyoma ku merasîm têde birêve çû, herifiye û ketiye xwarê lê piştre hat ragihandin ku kesên canê xwe ji dest dane, yan fetisî ne yan jî di bin lingan de mane û canê xwe ji dest dane.

Bi hezaran cihû di wê merasîmê de beşdar bûn û bi yek ji kombûnên herî mezin li Îsraîlê tê naskirin ji dema ku pandemiya Korona destpê kiriye.

Bi hezaran xelkê Îsraîlê li ser mezara Şemûn Bar Yûşay kombûn ku ahengeke salane ye û xelk bi dirêjahiya şevê nimêj û semayê dike. Ew mezar yek ji cihên herî pîroz e li cem Cihûyan.

Rojhilta Navîn Haberleri

Endamtiya Filîstînê ya Neteweyên Yekbûyî hate pejirandin
Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike