Li Iraqê hezaran zarok ji xwendinê bêpar in

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragihand, hikûmeta Iraqê bi sedema gumana xwedîyên wan endamên DAÎŞê ne, bi hezaran zarok ji xwendinê bêpar kirine.

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragihand, hikûmeta Iraqê bi sedema gûmana xwediyên wan endamên DAIŞê ne, bi hezaran zarok ji xwendinê bêpar kirine.

Human Rights Watch di rapotekê de aşkere kir, zarokên di salên di navbera 2014 ta 2017an de li navçeyên di destê DAIŞê de bûn jidayik bûne, nasname û belgeyên wan ên şaristanî nîn in, hikûmeta Iraqê jî wan belgeyan dixwaze bo li dibistanan bên tomarkirin.

Da zanîn jî, berpisên pilebilind ên Wezareta Perwerdê ya Iraqê di meha Îlona 2018an de belgeyek hat derkirin ku rê dide dibistan zarokan bê belge tomar bikin, lê berpirs û grûpên hawarhatinê yên xizmetguzariyên xwendinê pêşkêş dikin, didin zanîn ku hîna zarokên bê belge û nasname li dibistanên hikûmî neyin tomarkirin.

Ji aliyê xwe ve, Rêvebira Beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê di HRW de Lema Feqîh ragihand, bêparkirina zarokan bi sedema kar yan tawaneke xwediyên wan, karekî ne guncaw e û diçe çarçova sizadana bikomî ye. Heger hikûmet karekî wiha bike û bihêle ew zarok li perawîza civakê bijîn, çawa dikare rûbirûyî hizra tundrewiyê bibe.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin
Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin