Li Îraqê erkê Koalîsyonê qediya, li Herêma Kurdistanê 1500 leşkerên wê hene

.

Alîkarê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Îraqê Dr. Qeys Mihemedawî diyar kir got, “Li Îraqê erkê Koalîsoyna Navneteweyî bi dawî bûye.”

Dr. Qeys Mihemedawî amaje pê kir ku ew dê ji bo peymaneke nû ya bi Amerîkayê re dest bi dan û standinan bikin û di peymanê de hejmara wan karmend û leşkerên Amerîkayî yên ku dê li Îraq û Herêma Kurdistanê bimînin diyar bikin.

“Li herêmên federal 4-5 karmendên hêzên Koalîsyonê mane”

Qeys Mihemedawî îro ji Rûdawê re ragihand:

“Li gorî rêkeftina di navbera Îraq û Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de, niha karên Koalîsyona Navneteweyî li herêmên federal bi dawî bûne, tenê 4-5 karmendên wan mane ku ew jî kar û barên lojîstîk û dîplomatîk bi rê ve dibin.

“Hemû li Herêma Kurdistanê ne”

Ji bilî wê hejmara kêm, niha hemû hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Herêma Kurdistanê ne.

Ji Kanûna Paşîn a sala bê heta Hezîrana heman salê, komîteyeke ewlehiyê ya hevbeş ku ji Sererkanê Îraqê, min û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan û çend endamên din pêk tê, em dê bi Amerîkiyiyan re dan û standinan bikin.

Dan û standin dê ji bo îmzekirina reşnivîsekê be da ku hejmara wan karmend û leşkerên Amerîkayî yên ku pêwîst e li Îraqê bimînin were diyarkirin.

Her wiha ji bo karê hevbeş, hevkariya ewlehiyê û îstixbarata dualî dê rêkeftinek were îmzekirin.

Reşnivîs û rêkeftin jî dê tenê bi Amerîkayê re be ne bi Koalîsyona Navneteweyî re.”

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji sala 2014an ve li ser daxwaza fermî ya hikûmeta Îraqê û bi mebesta têkoşîna li dijî DAIŞê li Îraqê hatine bicihkirin.

Pêkhênera sereke ya wê hêzê jî Amerîka ye.

“Pêwendî berdewam dike”

Qeys Mihemedawî diyar kir ku pêwendî berdewam dikin û biland:

“Pêwendiya me bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re maye, her dema ku pêdiviya me bi wan hebe di dayîna agahiyên ewlehî û îstixbaratî de alîkariya me dikin.”

“Li Herêma Kurdistanê 1500 leşker û karmendên Koalîsyonê hene”

Li gorî Operasyonên Hevbeş, hejmara wan leşker û karmendên Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî yên ku li Herêma Kurdistanê ne nêzîkî 1500 kesî ye.

Ew ji 7 welatên sereke pêk tên ku yên herî diyar Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalya ne.

F-16

Qeys Mihemedawî li ser balafirên F-16 ên Îraqê jî got, “Karên Amerîkayê yên ji bo çakkirina balafirên F-16 û rahênana pîlotên Îraqî didomin.

 Gav ji bo wê yekê ne ku yek ji xalên rêkeftina me ya paşerojê ya bi Amerîkayê re, berdewamiya karê çakkirin û bipêşxistina wan balafiran be.”

“Şiyana DAIŞê ya êrişê nemaye”

Wî derbarê çekdarên DAIŞê û tevgerên wan ên li anî zimên:

“DAIŞ wekî hêz û bandora leşkerî bi rêjeyeke zêde paş de çûye û lawaz bûye ku şiyana wê nemaye êrişên çekdarî bike lê karê danîna xalên biçûk maye.”

Li gorî gotina wî berpirsî, niha DAIŞ li hinek herêmên kêm ên wekî “Çola Enbarê, herêmên Çiyayê Hemrînê û Geliyê Çayê yê li Kerkûkê” maye.

Pêwendiyên bi Pêşmerge re

Qeys Mihemedawî hişyarî da ku “DAIŞ bi taybetî li hinek herêmên Sûriye û Afrîkayê wekî hizir maye” û got:

“Lê li Îraqê bi giştî xelk hişyar e û hovîtiya wê rêxistinê fêm kiriye. Niha DAIŞ li Îraqê wekî şaneyên biçûk û bêdesthilat heye û em wê jî cidî dibînin û em dê jiholêrakirina wê bidomînin.

Li Îraqê di sê salên borî de derbên herî giran li DAIŞê ketine.

Me di van sê salên dawî de 23 berpirsên mezin ên wê rêxistinê kuştine ku piraniya wan serkirde û fermandarên diyar ên rêxistinê bûn.

Pêwendiya me bi Hêzên Pêşmergeyan re di asta herî baş a dîrokê de ye, bi taybetî ji aliyê hevahengî û hevkariya ewlehiyê ya hevbeş ve, ji bilî ku du lîwayên me yên hevbeş hene.

Di operasyonên me yên ji bo şopandina çekdarên DAIŞê de jî roleke çalak dilîzin.”

Kurdistan Haberleri

Serê 10 xulekan jinek tê kuştin, mal ji derve metirsîdartir e
Rêveberiya Xweser ji ber êrişên li ser Elewiyan hişyarî da
SOMO: Meha borî rojane zêdetirî 3 milyon û 700 hezar bermîl neft hatiye hinardekirin
Pêla erebkirinê Kerkûkê berdewam e: Li gundekî ji 70 malan tenê 3 mal mane
Nêçîrvan Barzanî: Paşeroja Kurdistanê girêdayî bihêzkirina jinan e