Li Îranê xelk cardin daketin qadan!

Li bajarên Şîraz, Gewherdeş a Kerecê û Îsfahanê ji ber krîza aborî û bêkariyê heta derengê şeva borî xwepêşandan hatin kirin.

Doh li Îsfahanê xwepêşandanên berfireh pêkhatine û heman demê de li Gewherdeşt a Kerecê jî heta derengê şeva borî 31.07.2018ê xwepêşandan û nerazîbûna xelk pêk hatiye û hêzên ewlehiyê û polîsê zîrevanên şoreşê hewla belavkirina xwepêşanderan dan. Herwiha hat zanîn hêzên ewlehiyê bo belavkirina xwepêşanderan gaza rondikên çavan bikar anîne.

Hin çavkanî jî behsa xwepêşandanên bajarê Şîrazê dikin, lê heta niha ti zanyarî û hûrgiliyên vê derbarê de nehatine belavkirin.

Xwepêşandanên xelkê Îsfahanê pir berfireh bû û di xwepêşandanê de xelkê dirûşmên wek "Dest ji Sûriyê berdin, li ser jiyana me bifikirin. Ne Xeze ne Lûbnan canê min qurbana Îran" avêtin.

Li gor zanyariyên ku di torên civakî de hatin belav kirin, îro 01.08.2018ê li Îsfahanê xwepêşandanên xelkê nerazî li hember bihabûn, bêkarî û krîza aborî destpê kiriye û xelkê ji hêzên ewlehiyê daxwaz kirine ku piştevanê wan bin.

Biryar e sibê jî li piraniya parêzgeh û bajarên Îranê xwepêşandan û nerazîbûnên civakî yên berfireh birêve biçin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê