Li Îranê erdhêj: Mirî û birîndar hene!

Li herêma Xûzistan ya Îranê erd hejiya. Tê gotin ku mirî û birîndar hene.


Li herêma Xûzistan ya Îranê erd hejiya. Tê gotin ku mirî û birîndar hene.
Li gorî medyaya Îranê, îro saet 11:30 bi dema Îranê (10 bi dema Kurdistanê) li nêzîkî bajarê Mescid Silêman li herêma Xûzistanê erd bi tundiya 5.7 pile hejiya.
Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm kesek miriye û 4 kes jî birîndar bûne.
Tê gotin ku li hinek taxên bajêr xanî û avahî hilweşiyane û xelk di bin de mane, ji ber wê jî tê texmînkirin ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.
Piştî wê erdheja tund, 4 çarên din jî erd hejiya ku ya herî xurt 4.7 pile bû.
Tundiya erdhejê ew qas zêde bûye ku xelk li herêmên Hemedan, Kirmaşan, Loristan, Îlam, Bextiyarî, Şîraz, Îsfehan û çend bajarên din jî pê hesiyane.
Bajarê Mescid Silêman girêdayî herêma Xûzistan (Ehwaz) ya Îranê ye. Ew der bi petrolê navdar e ji ber ku yekemîn bîra petrolê ya Rojhilata Navîn li wir hatiye lêdan.Piraniya xelkê bajêr ereb in.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"
Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê